Şehba.. Ji ber ambargoyê derman peyda nabin û nexweşî zêde bûne

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehba sepandiye barê xelkê giran dike ..
Derman li nexweşxane û navendên tenduristiyê peyda nabin..
Nexweşî di nava koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê de gelekî belav dibin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab ji ANHA re axivî..

Mihemed Nûr Şebab dibêje :

Havînê ji ber bilindbûna pileya germahiyê yan jî bi rêya av û xwarina qirêjî, nexweşî belav dibe..

Di nîvê Tebaxa derbasbûyî de gelek welatî bi nexweşiya îltîhaba roviyan ketine.

Sedema bilindbûna rêjeya nexweşiya îltîhaba roviyan li Şehbayê, ew e ku binesaziya herêmê xirab bûye..

Nexasim ava ku demeke dirêj di depoyan de dimîne, dibe sedema belavbûna nexweşiyan.”

Der barê belavbûna kolerayê de jî, Şebab got:

“Ne dûr e kolera bi rêya vegirtinê yan jî îltîhaba roviyan belav bibe::

Lê heta niha nexweşiya kolerayê tesbît nebûye..”

Back to top button