Ziyad Wetfê: Ji bo çareseriya aloziya Sûrî projeya herî guncav Rêveberiya Xweser e

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîqa Watanî Ziyad Wetfê diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî kesayetên nîştimanî ji pêvajoyên siyasî yên berê dûr xistin.Ziyad teqez kir ku Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

Ziyad Wetfê destpêkê diyar kir ku ji bo bidawîkirina aloziya li welêt, rêya yekane ye li pêşiya sûriyan lihevkirina siyasî ye.

Her wiha Wetfê got ”divê hêzên opozîsyonê aliyên ku rê li çareseriya siyasî digirin û aliyên ku berjewendiya wan di çareseriya siyasî de heye, ji hev cuda bikin.

Endamê Nivîsgeha anî ziman ku hêzên tundrew yên rejîma Sûriyê û opozisyonê ku nûnertiya îslama siyasî û terorîst dikin, berê û niha jî çareseriya siyasî asteng dikin.

Di dawiyê de Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîqa Watanî Ziyad diyar kir ku, ezmûna Rêveberiya Xweser tevî qenciyên wê û serkeftinên ku bi dest xistine, projeya herî guncaw e.”

 

Back to top button