Amerîkî wê salane derziya Covid-19 bikar bîne

Di demeke ku navê vîrûsa Corona li ber ji birkirinê ye, ji Amerîka pêngavek nû hat avêtin.
Amerîka xwe amade dike ku derziya li dijî vîrûsê mîna derziya sermayê her sal bikar bîne.
Bi vê yekê re tê xwestin ku pêşî li pêleke nû ya covid-19 ya dibe di mehên zivistanê de derbikeve, bê girtin.

Saziyên tenduristiyê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) xwe amade dikin ku derziyek bîranînê ya salane, mîna derziya gripê pêşniyar bikin.

Ev yek weke tevdîreke li dijî motasyûnên vîrûsê ku tê texmînkirin di demsala zivistanê de derbikeve pêk tê.

Şêwirmendê payebilind ê serokê Amerîkayê Joe Biden, Dr. Anthony Fauci doh got:

Mîna derziyên sermayê ku salane tên bikaranîn, em ber bi rêbazeke heman ya ji bo vîrûsa Corona ve jî diçin.

Di civîna çapameniyê ya ku hate li dar xistin de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Fauci teqez kir dibe ku komên xeternak hewce ne ku pir caran werin derzîkirin.

Hefteya borî, FDA (Rêveberiya Xurek û Derman a Amerîkî) destûr da ku derziyên ji hêla şirketên BioNTech/Pfizer û Moderna ve li dijî jêr-guhertoyên BA.4 û BA.5 yên guhertoya Omicron hatine çêkirin, bikar bînin.

Hat ragihandin ku piştî destûra FDAyê li seranserê welêt belavkirina derziyên mijara gotinê dest pê kir û vakslêdanên bibîranînê wê vê hefteyê dest pê bikin.

Bi vî awayî rayedarên Amerîkî dixwazin pêşî li pêleke nû ya Coronayê ya ku dibe di mehên zivistanê de çêbibin, bigrin.

Guhertoyên jêrîn di mehên dawî de li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Ewropa û Amerîkayê bûne sedema pêleke nû ya Corona.

Li seranserê cîhanê heta niha bêytirî 606 mîlyon kes bi vîrûsê ketine û ji van jî 6.5 mîlyon jî mirine.

Back to top button