Mûçeyên Karmendên Tenduristiyê yên Helebce û Silêmaniyê hatiye birîn

Bê ku hêcetek were nîşandan, mûçeyên rêveber û serokên dezgeh û navendên Tenduristiyê yên Helebce û Silêmaniyê hatiye birîn.
Li dijî vê biryarê karmendên tendûristiyê yên bajarên navborî bertek nîşan dan û boykot ragihandin.
Li aliyê din rizgarbûyên kîmyabarana Helebce jî bi daxwaza mafê xwe daxuyaniyek dan û dijî hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî briyarek Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, ji serê salê ve, mûçeyê rêveberên nexweşxane û navendên tenduristiyê yên Helebce û Silêmaniyê hatiye rawestandin.

Li dijî vê biryarê, karmendên tendûristiyê yên Helebçê û Silamaniyê nerazîbûn nîşan dan.

Serokê şaxa Helebce ya Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê Şîrwan Hemesalih daxuyaniyek çapemeniyê da û got;

“Ev biryara wezaretê li Helebce û Silêmaniyê ketiye meriyetê, mûçeyê zêdetirî 200 karmendan hatiye birîn.

Lê li Dihok û Hewlêrê mûçeyê kesê nehatiye birîn.

Karmendên Tenduristiyê yên Helebce û Silêmaniyê boykot ragihandin

Şîrwan Hemesalih daxuyand ku ger bersiva daxwaza wan neyê dayîn, wê navendên tenduristiyê bê rêveber bimînin û ev jî wê bibe karesat.

Li Silêmaniyê jî bi heman armancê li ofîsa Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê daxuyaniyek hate dayîn.

Serokê Sendîkayê Hawjîn Osman da zanîn 6 mehin mûçeyê rêveberên navendên tenduristiyê hatine rawestandin û got:

“Ji bo vê piştî civîna bi karmendan re, me biryar de em ji îro û pêve boykot ragihînin.”

Rizgarbûyên kîmyabarana Helebce daxwaza mafên xwe kirin

Li aliyê din rizgarbûyên kîmyabarana Helebce jî bi daxwaza mafê xwe li hev kombûn.

Rizgarbûyên kîmyabarana Helebce diyar kirin wan gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî aliyên siyasî û hikûmî kirine, lê bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn.

Back to top button