Li Kurdistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan nêzî 41 hezaran bû

Dewleta Tirk a qirker li aliyekî mexdûrên erdhejê terkî mirinê kiriye û li aliyê din jî li dijî Kurdan pey dek û dolaban e Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl ku bi rojane li Mereşê di nava gel de ye got: “Ji bo guhertina demografyaya herêmê, deshilat erdhejê weke amûrekî bikar tîne”

Dibe 15 roj ku erdhej çêbûye û hîne jî li gelek deveran mirov di bin kavilan de ne.

Li herêmê, ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a qirker bîlançoya qurbaniyan giran dibe.

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 40 hezar derbas kiriye, zêdeyî 150 hezaran jî birîndar in.

Xelkê hatayê bi hêrs in: Bila hikûmeteke wiha nebe!

Li gel ku 14 roj bi ser erdhejê re derbas bû, pêdiviyên bingehîn ên xelkê Hatayê nayên pêşwazî kirin.

Mexdûrên erdhejê ku di şert û mercên zehmet re derbas dibin, ji ANF’ê re axivîn.

Ji şêniyên taxê Mehmet Alî Can bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Ji me bacê distînin, lê alîgirên xwe xwedî dikin.”

Şeniyên taxa Harbiye jî li gel ku 14 roj bi ser erdhejê re derbas bûye, lê hîna jî pêdiviyên wan ên bingehîn nehatine pêşwazî kirin.

Yek jî şeniyên taxa Harbiye Halît Demîr jî diyar kir ku di sê rojên ewil de tu alîkarî nehatiye dayîn û anî ziman ku gelek xwarinên ku ji aliyê dildaran ve hatin belavkirin, leşkeren birine Qereqola Defneyê.

Ji şeniyên taxa Sûbaşi Bahar Demîr jî anî ziman ku ji ber ku kon tune ye ji roja erdhejê ve li êzingxaneyê dimînin.

Mexdûrên erdhejê yên li taxa Guzelbûrç a Antakyayê jî diyar kirin ku êdî tu hêza wan nemaye.

Yelîz Gultekîn axivî û got: “Ne dewlet, ne AFAD û ne jî Heyva Sor; Ti kes nehat vir.”

Hikûmeta AKP-MHP’ê alîkariyê û konan tenê li alîgirên xwe belav dike

Welatiyên ku naxwazin li konbajarên AFAD’ê bimînin, hîna di bin heman kon û berakiyan de dimînin.

Kurdên Elewî yên li Bazarcixê zordarî koçberiyê tên kirin

Kurdên elewî yên li Bazarcixê ji ber îdiaya ku dê konbajar li herêma AKP-MHP’î lê zêde dijîn bifikar in.

Kurdên elewî balê dikişînin ser komkujiyên di demên berê de li dijî wan hatine kirin û dibêjin: “Heke bajarê konteyneran li Bazarcixa Jor were avakirin, dê li herêmê rê li ber pêleke mezin a koçberiyê bê vekirin.

“Dewlet hertim hewlda demografiya Kurdên Elewî biguhere”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mahmût Togrûl ku bi rojane li herêmê birînên gel dipêçe çavderiyên xwe tîne ziman.

Parlamenter Togrûl diyar dike ku ji bo guhertina demografyaya herêmê, dewlet erdhejê weke amûrekî bîkar tîne û got: “Dewletê her tim hewl da ku demografyaya herêmên kurdên elewî biguherîne. ”

Mexdûrên erdhejê bi nexweşiyan re rû bi rû mane

Metirsiyeke din ku li herêmên erdhejê derdikeve jî belavbûna nexweşiyan e.

“Li herema erdhejê nexweşî belav dibe”

Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç têkildarî belavbûna nexweşiyan hişyarî da û got: “Li herêma erdhejê nexweşîna gurîbûnê jî belav dibe û ji ber sermayê, iltîhaba pişikê dest pê kiriye û divê bi lez destwerdaneke tenduristî pê kirin.”

Back to top button