ŞERVANÊN QSD’Ê BI DEHAN SIVÎL JI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RIZGAR KIRIN

Qonaxa dawî a tunekirina DAIŞ’ê li qadeke biçûk a gundê Baxozê asê mane.

Çeteyên ku dixwazin ji şervanên QSD’ê birevin, sivîlan ji xwe re dikin mertalên zindî.

Şervanên QSD’ê ji bo parstina van sivîlan pêşketina xwe rawestandine.

Caracarn operasyonên taybet ji bo xelaskirina van sivîlan ji pencên DAIŞ’ê li dar dixin.

Herî dawî Şervanan bi operasyonên taybet bi dehan sivîl ku piraniya wan jin û zarok in rizgar kirin.

Di nava sivîlan de jineke 25 salî ya bi navê Lîse Vaûdoûr û zarokeke wê jî hat rizgarkirin.

Lîse Vaûdoûr bi rêya înternetê endamekî DAÎŞ’ê nas dike, di ser Tirkiyeyê re tê Hamayê û piştre bi çeteyekî re li vî bajarî bi cih dibe.

Piştî ku du salan li Hamayê ma, du salên xwe yên dawî jî li Dêra Zorê derbas kir.

Laûdoûr diyar dike ku ji ber hatiye rizgarkirin ew kêfxweş e, lê li ser hevserê xwe yê ku çeteyê DAÎŞ’ê ye nexwest biaxive.

Mîna wê bi hezaran jin niha li bakurê Sûrî girtî ne.

Ji lewre ev yek xeteriyeke mezin li ser herêmê û tevahiya Cîhanê ava dike.

Leave a Reply

Back to top button