Di êrişa li ser Amûdê de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bi aweyeke ketûber, li Rojava sivîlan dike armanc lê cîhan bêdeng e. Balafirên bê mirov ê artêşa dagirker vê carê jî navçeya Amûdê bombebaran kir û di encama êrişê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi balafirên bêmiorv ên bi çek êrişî Amûdê kir.

Êriş li aliyê rojavayê navçeyê, nêzî firina mezin ango çerxerêya Dirbêsiyê mezin pêk. Di encama êrişê de welatiyek birîndar bû.

Artêşa dagirker beriya çend rojan jî dîsa bi balafirên bêmirov ve li gundê Buheyra yê Amûdê êrişî erebeyeke sivîlan kir.

Zarokê bi navê Mihemed Elî Kelah yê 11 salî şehîd bû 3 kes jî birîndar bûn.

Back to top button