MSD: Em bi tevgera Şoreşa li Siwêdayê re ne

Nêzî hefteyekê ye, li Siwêdayê li dijî Hikumeta Şamê û rewşa xerab, xwepêşandan pêk tên. Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî van xwepêşandanan daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi şêniyên Siwêdayê re nîşan da. MSD got: “Em bi tevgera şoreşa li Siwêdayê re ne” û bang li civaka navneteweyî kir ku rê nedin hikumeta Şamê tu komkujiyan li wir pêk bîne. 

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî xwepêşandan û pêşdeçûnên li bajarê Siwêdayê yê Sûriyê daxuyaniyek da.

MSD’ê anî ziman di dirêjahiya 5 rojên borî de gelê li Siwêdayê xwepêşandanên aştiyane li dar xistin û banga azadî, rûmet û başbûna rewşên debarê kir.

MSD’ê got: Şoreşa azadî û rûmetê ranewestiye, hêvî di her kêliyekê de hebû, tevî binketinên di rêveçûna wê ya 10 salan de çêbû. Lê hîna rih heye û îro li Siwêdayê nû dibe û dengê sûriyan lê dide.

MSD: Ev tevger nîşaneyeke din e ku şoreşa mafan namire

MSD’ê bi bîr xist dema islama siyasî şoreş kontrol kir ji rêya xwe derket, piştre rêxistinên terorîst hatin, mîna DAIŞ û El-Nusra û ji wan komên çete yên din derketin û wiha got:

Ev çete bi ferman û ajandeyên dagirkeriya Tirk tev digerin.

Hemûyan xizmetî rejîma zordest kir.

Ji ber armanca wan desthilat e, ne wergirtina mafên mirovan ên adilane ye.

Tişta îro ji tevgera gel li Siwêdayî dibe vejandina şoreşê ye.

Ew şoreşa ku banga debara birûmet û parastina wê dike.

Ev tevger, sekneke nû ye li hember desthilatê û nîşaneyeke din e ku şoreşa mafan namire.”

MSD: Divê rê neyê dayîn ku hikumeta Şamê komkujiyan pêk bîne

MSD’ê piştgiriya xwe ya bi tevgera şoreşê ya li Siwêdayê re nîşan da, tekez kir ew pêşdeçûnên wê ji nêz ve dişopîne û ev bang kir:

Em bang li rêveberên Siwêdayê dikin ku tevgera xwe bi xwe bi rê ve bibin û nehêlin tu alî wê ji rêya rast derxin.

Ji ber xwepêşandan banga guhartina ber bi demokratiyê ve dike.

Û dihêle Sûriye bibe dewleteke ji bo edaleta civakî, azadî, wekhevî û qanûnî.

MSD’ê bang li civaka navneteweyî bi taybet Rûsya kir ku rê nede Şamê ku tu komkujiyan pêk bîne û li hember çi binpêkirina li dijî şêniyên li Siwêdayê hesab bixwaze.

Back to top button