PÛTÎN: DIVÊ KURD Û RÊVEBERIYA ŞAMÊ DI NAVA DIYALOGÊ DE BIN

Serok-komarê Tirk ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî, hêviya xwe spartiya Emerîka û Rûsyayê.

Piştî ku di mijara avakirina herêma tampon, encameke berbiçav bidest nexist, Erdogan doh berê xwe da Moskoyê.

Li hemberî daxwaza wî ya şerê li dijî PYD û YPG’ê, serok dewletê Rûsyayê Pûtîn ragihand ku ji bo çareseriya aloziyê divê Kurd û rêveberiya Şamê di nava diyalogê de bin.

Serok-komarê Tirk Erdogan ji bo wergirtina destûra êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî çû serdana Mosko..

Piştî hevdîtina li gel Pûtîn, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn..

Serok-komarê Tirk mîna her carê pesê terora artêşa û komên xwe ên çete da..

Erdogan ê fermana dagirkirina Efrînê da û bû sedem ku bi sed hezaran ji cih û warên xwe bibin, îdîa kir ku bi saya tevgera wan aramî li herêmê peyda bûye..

Serok-komarê Tirk daxwaza avakirina herêma ewle ya di bin kontrola wan de jî dubare kir..

Serokê Rûsyayê Pûtîn jî komên li Idlibê ku dewleta Tirk destekê dide wan weke terorîst binav kir û wiha got;

Wê şerê me li dijî wan komên terorê dewam bike..

Pûtîn biryara Emerîkayê ya vekişîna ji Sûrî wiha nirxand:

Ji xwe ti rewabûna Emerîkayê li herêmê tine ye. Mijara avakirina herêma ewle wê girêdayî biryara rêveberiya Şamê û Neteweyên Yekbûyî be.

Ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî jî, Pûtî ragihand ku ew hewl didin di navbera Kurdan û rêveberiya Şamê de diyalogê pêş bixin.

Leave a Reply

Back to top button