Aldar Xelîl: Ji bo azadî û demokrasiyê me biryara xeta sêyemîn da

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bû mêvanê bernameyeke taybet a televizyona me û tecrûbeya şoreşa rojava ya 11 salan nirxand. Aldar Xelîl diyar kir ew li ser esasê xeta sêyemîn û aboriya civakî dixwazin şoreşê mayînde bikin. 

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bû mêvanê bernameyeke taybet a televizyona me û li ser tecrûbeya şoreşa rojava ya 11 salan nirxandin kir.

Aldar Xelîl diyar kir ku ew li ser esasê xeta sêyemîn, ji hêviyên gelan ên azadiyê re bûn bersiv û behsa pêşangtiya ji şoreşê re kir.

Aldar Xelîl destnîşan kir tevî ku gavên pir mezin hatine avîtin jî lê hîn şoreşa ku ew armanc dikin li Rojava çêbibe, pêk nehatiye û ew hîna destpêka qonaxa yekemîn de ne.

Aldar Xelîl: Nabe civak wekî ku şoreş pêk hatiye û qediyaye tevbigere

Di nirxandinên xwe de, Aldar Xelîl dibêje: “Nabe ku civak wekî ku şoreş pêk hatiye û qediyaye tevbigere û bikeve wê rehetiyê.”

Dawiyê jî Aldar Xelîl da zanîn ku projeya şoreşê ne tiştekî nepêkan e lê di jiyana gel ê resen de û li gundan bingeh heye.

 

Back to top button