Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Birîtanyayê, Partiya Muhafazakar 368 kursî bi dest xistin û jinek kurd ya bi navê Feryal Demîrcî jî weke parlementer hat hilbijartin.
JOHNSON PIŞTÎ SERKEFTINA XWE DEMA DERKETINA JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIYAR KIR
Doh li Birîtaniyayê Hilbijartinên Giştî pêk hatin û li gorî encamên ne fermî Partiya Mûxafazakar a bi serkêşiya serokwezîrê Boris Johnson 368 kursî bi dest xistin û Partiya Karker a bi serokatiya Jeremy Korbîn jî 191 kursî standin.
Her wiha di Partiya Karkeran de jineke Kurd û Elewî bi navê Feryal Demîrcî weke parlamenter hat hilbijartin.
MEZLÛM EBDÎ: EM HÊVÎ DIKIN KU TÊKILIYÊN XWE BI BRÎTANYAYÊ RE XURT BIKIN
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe ya Twitterê Boris Johnson pîroz kir û got:
Em hêvî dikin têkiliyên xwe bi Britanyayê re xurt bikin û asta karê hevpar li Sûriyê ji bo tunekirina DAIŞ û destkeftiyên me biparêzin bilind bikin.
Piştê Serkeftina Partiya Muhafezekaran Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ragihand ku wê Birîtaniya 31`ê Çileyê ji Yekitiya Ewropayê ‘Brexit’ê derkeve.
Serokê Partiya Karkeran Jeremy Korbîn jî nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand ku parçekirina hundirê welat der barê ‘Brexit’ê de bû sedema binketina Partiya Karkeran.