Slovenya serokatiya demkî ya YE ji portugalê dewir girt

Slovenya erêkê serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropa ji Portugalê dewir girt.

Slovenyaya ku 2004’an bû endamê YE, dê serokatiya Yekîtiya Ewropayê, ya ku wê ji Portugalê dewir girtî heta 31’ê Kanûna 2021’an bidomîne.

Di nûçeyên di medyaya Slovenyayê de, hat diyarkirin ku mijar meraq e ka Slovenia, ya ku ji îro pê ve serokatiya dewra Yekîtiya Ewropî stendiye, dê çawa pêvajoyê bimeşîne û kîjan mijaran bide pêşiya xwe.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya welat de, ji îro û pêde gelo wê Slovenya kîjan mijaran sereke bide pêşiya xwe tê mereqkirin.

Di vê navberê de, hate îdia kirin ku Serokwezîrê Slovenyayê Janez Jansa, li welêt wekî rastgirekî tundrew tê binav kirin, li ser perçebûna Balkanan belgeyek nefermî ji Serokê Konseya Ewropî Charles Michel re şandiye.

Jansa destnîşan kir ku belgeya tê de perçebûna Bosna Hersek, girêdana Komara Sirp (RS) a bi Sirbistanê ve, yekirina Kosovayê bi Arnawutalukan re ne şandiye.

Back to top button