Rojnamevan Dicle Muftuoglu û Sedat Yilmaz hatin binçavkirin

Vê sibê dewleta Tirk li dij rojnamevan û siyasetmedar operasyoneke nû gelek kes hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku, di encama bîlançoya operasyonê de hejmara kesên hatin girtin bû 48 kes. 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyonên qirkirina siyasî didomin

Bi hinceta lêpirsîneke navenda wê li Enqereyê hatiye destpêkirin li hin bajaran bi ser malan de hat girtin.

Di serdegirtinan de, Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê, Filîz Yilmaz jî di nav de gelek kes li Stenbolê jî hatin binçavkirin.

Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin

Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatibûn şandin jî di nav de 11 kesên din dîl hatin girtin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Mûşê 2 ciwan hatin girtin

Li bajarê Mûşê jî 10 ciwan û rêveberên partiyê hatin binçavkirin.

Her wiha ji kesên hatin binçavkirin 8 jê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 2 ciwan hatin girtin.

Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 Kes hatin girtin, 89 kes hatin berdan

Biloçoya operasyonê ku weke ya hilbijartinê hat bi navkirin giran dibe.

Di operasyonên li 21 bajaran de 143 kes hatibûn binçavkirin, hejmara girtiyan bû 48 kes û 91 kes jî hatin berdan.

Her wiha Parêzer Gulistan Ataş jî di nav de, bi giştî 6 kes heta niha di bin çavan de ne.

Di nava 11 mehan de 30 rojnameger hatin girtin

Hêjayî gotinê ye li hember Çapemeniya Azad di 11 mehan de sê caran operasyon pêk hatin.

Di encama van serdegiritinan de jî di nava 11 mehan de 30 rojnameger hatin girtin.

Back to top button