Dewleta Tirk di êrîşên xwe de cih û warên welatiyan dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Şehba, giştî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser cihên ku welatî lê jiyan dikin dijwartir kiriye.
Welatiyê bi navê Cuma Salih ku li Eyn Îsa ye, ragihand ku dewleta Tirk rojane cih û warên me topbaran dike.

17’ê Hezîranê demjimerên ber bi êvarê ve, welatiyê Eyn Îsayê Cuma Salih dema ji bo şêniyên gundê Cideydayê, bi sarîca xwe ava vexwarinê dibir, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin.

”Dewleta Tirk nahêle welatî debara xwe bikin.

Duh ber êvarê dema min ava vexwarinê ji welatiyên gundê Cideyda’yê re dibir, topbaran li derdora gund destpê kir.

Ji ber ku topbaran li nêzîkî min pêk hat ez ji ser hişê xwe çûm. Dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim min erebeya xwe li wir hişt û ez vegeriyam. Hetanî serê vê sibehê jî seyare li cihê bûyerê bû, bi alîkariya welatiyan min seyare ji wir anî.”

Salih diyar kir ku ev ne cara yekemîn e êrîşên bi vî rengî pêk tên û ji ber êrîşan gelek erebeyên xizmetguzariyê naçin deverê.

“Li gundên nêzîkî xeta şer, çi tevger an çûnûhatinek hebe, dewleta Tirk û çeteyên xwe yekser dest bi êrîş û topbaranan dikin.

Topbaranên wan jî bi çekên giran pêk tên û hindek çekên din jî bi kar tînin, lê belê em navê wan nizanin.”

Back to top button