Êrîşên balafirên artêşa Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Artêşa Tirk bi van êrîşan dixwaze herêmê ji sivîlan vala bike.
Balafirên artêşa Tirk carek din gundê Xelîfan û Sîran yên girêdayî herêma Soran bombebaran kirin.
Duh bi şev carek din balafirên artêşa Tirk gundê Xelîfan û Sîran yên herêma Soran a Hewlêrê bomebaran kirin.
Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyê gundiyan.
Di rojên dawî de care dûyemîne balafirên artêşa Tirk êrîşê gundê Xelîfan dikin.
Beriya niha bi çend rojan balaferên dewleta tirk Navçeya Xelfetiyê kir hedefa xwe.