Şendeyek Kirgizistanê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Duh şandeyek ji Komara Kirgizistanê bi serokatiya nûnerê Wezareta Derve ya Kirgizistanê Bakit Kadirov, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeyê 61 zarok û 21 jin ên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Rêveberiya Xweser re wergirtin.

Şande ji aliyê cîgirê Hevserokariya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Kiêt hate pêşwazîkirin.

Di civînê de, Fener Kiêt axivî û balkişand li ser êrişên dagirkeriya Tirk li ser hêrêmê û da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê qels dike û rê li ber zindîkirina wan vedike.

Nûnerê Wezareta Derve ya Kirgizistanê Bakit Kadirov jî diyar kir ku komara Kirgizistanê têkoşîna Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê ên li dijî DAIŞ’ê baş dizane.

Şandeyê 61 zarok û 21 jin ên malbatên DAIŞ’ê wergirtin

Her wiha Bakit Kadirov Rêveberiya Xweser û QSD’ê li ser vegerandina malbatên DAIŞ’ê yên biyanî li welatên wan, spas kir.

Di dawiyê de şandeyê 61 zarok û 21 jin ên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ên welatiyên Kirgizistanê wergirt.

Back to top button