Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzir plansaziya xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê aşkera kir.
Munzir da zanîn ku dê li qadên hiqûqî, diplomasî, fikrî û civakî kar bikin da ku encamên mezintir bi dest bixin.
Ferzende Munzir diyar kir ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke watedar heye û got:
“Em dê di qadên hiqûqî, dîplomasî, fikrî û civakî de, tê bikoşin.
Baweriya me bi van însiyatîfan çi li Sûriyeyê be yan jî însiyatîfa parêzeran jî li her çar parçeyên Kurdistanê heye. ”
Ferzende Munzir da zanîn ku em di wê baweriyê de ne ku Rêbertî, dê gelek aloziyan çareser bike.
Di serî de doza kurd li Rojhilata Navîn, aloziyên demokrasiyê û yên girêk.
Ji ber ku xwedî hêz û proje ye. Ji ber wê divê her kes bêje êdî bes e.”