Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Tebqayê di salvegera 6’emîn a damezirandina xwe de rola QSD’ê di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê de silav kir û got:
Xelkê herêmê dê li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk li ber xwe bidin.
Rêveberiya Sivîl di daxuyaniyê weha got:
Di mîna vê rojê de, fedakariyên lehengên QSD bi serkeftinê tacîdar bûn.
Wan ji keleha berxwedanê Kobanê dest pê kir û berê xwe dan Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hat destnîşankirin ku piştî damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê gelek destkeftî hatin bidestxistin.
Rêveberiya Sivîl berxwedana QSD’ê ya li hember planên dijmin ên bi armanca têkbirina destkeftiyên şehîdan û projeya neteweya demokratîk silav kir.