Yek ji kesateyên Şengalê Şêx Şemo diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Şengalê ne jî û got:
“Ferq û cûdahî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de nîn e.”
Şêx Şemo bertek nîşanî peyva ‘terorîst’ a li ser hêzên azadiyê da û got:
“Dinya hemû dîzane kê terorîst e, ewê ku bi topan, çekên kîmyewî êrîş dike terorîst e û li dijî mirovahiyê ye.
Em bang li hemû hêzên eleqeder dikin ku rê li ber êrîşên Erdogan were girtin.
Ji ber çi saziyên navneteweyî û dewletên bi hêz li ber van êrîşan bêdeng in?’
Kes êdî nikare li ser maf, ax û welatê me tîcaretê bike.
Em amade ne parastina Rojava bikin.
Em û Rojava yek in û kes nikare destê me ji hev bike. ”
Şêx Şemo eşekre kir ku îradeya Şengalê û Rojava ji pîlanên wan ên qirêj mezintir e.”
Şêx Şemo li hemberî êrîşên qirkirinê banga yekîtî û hevgirtinê li hemû gelê Kurdistanê kir.
Şêniyên herêmê: Bêdengiya cîhanê şirîkatiya wê bi tirkiyê re diyar dike