Kampa Minbicê ji bo koçberên Idlibê 3 roj din amade dibe

Ji bo koçberên Idlibê yên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin, wê sê roj din Kampek li Minbicê amade bibe.

Ev kamp ji berî 10 rojan de li ser firehiya 10 hezar donim li gundê Cidêdet El-Himir tê avakirin.

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku, weke destpêk wê 350 kon ji koçberên li Minbicê dimînin, bên vedan.

Lê belê, ji bo pêşwazîkirina tavhî koçberên Idlibê û yên li Kampên din dimînin, amadekariya 1500 konî tê kirin..

Ji dema banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ve, heta niha bêhtirî 300 malbatên Idlibî, xwe li herêmên Rêveberiya Xweser girtin.

Back to top button