Evîn Cuma: Divê dewleta Tirk ji ber komkujiya ku li Minbicê pêk anî were darizandin

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku komkujiya ku dewleta Tirk li Minbicê pêk aniye sûcekî şer e û divê sûcdar di dadgeheke navneteweyî de werin darizandin.

Di 27`ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Qurt Wêran ê bajarê Minbicê pêk anî ku di encama de zarok jî di nav de 5 sivîl şehîd bûn.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma ev komkujî wek sûcekî şer dît û got:

“Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer li dijî gelên herêmê pêk tînin.

Di vê sûcê xwe de jî berdewam dikin. Lê mixabin li hember van sûcan bê dengiyek mezin heye.

Evîn eşkere kir ku zêdetirî 180 navên kesên ku ji ber tawanên ne rast hatine girtin û li bermaberî fîdyayan hatine berdan, belge kirine.

Her wiha zêdetirî 50 kes jî di bin îşkenceyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatine kuştin.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bang li tevahiya rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsên van sûcan di dadgehên navneteweyî de darizînin.

Back to top button