Li Rojavayê Samarayê di êrîşekê de 2 polîs hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Li Rojavayê Samera ya parêzgeha Selahhidînê 2 endamên Polîsa Federal di êrîşeke terorîstî de hatin kiştin.

Li gorî agahiyan, duh hin terorîstan bi çekên curbecur êrîşî nuqteyeke polîsan a li herêma Ebbasiyê ya Rojavayê Samerayê kir.

Di encamê de, 2 endam hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Fermandariya Operasyon Kerkûkê jî da xuyakirin ku li devera Wadî El-Şay a Daqûqê, cihine kombûna çeteyên DAIŞ’ê hatin armanckirin.

Di encamê de, 3 erebe û sarînceke veguhastina sotemeniyê hatin rûxandin.

Tevî ku hikumeta Iraqî gelek operasyonên leşkerî li dijî DAIŞ’ê pêk anîne jî, hêj li gelek deveran liv û tevgera çeteyan tê dîtin.

Back to top button