Dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer 2 erebeyên sivîlan li herêma Bamernê kirin armanc û di encamê de sivîl û pêşmergeyek şehîd bûn.
Duh êvarî balafirên dagirker derdora bajarokê Amediyê yê Dihokê û herêma gundê Hesenpîrkê bombebaran kirin.
Balafiran 2 erebeyên sivîlan jî li ser rêya di navbera gundê Hesenpîrkê û Xelpîşde kirin armanc.
Di encamê de, sivîlê bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî û pêşmergeyê bi navê Ebdullha Ehmed Ebdullah şehîd bûn.
Weke bûyerên berê, careke din medya PDK’ê tavilê ragihand ku ew erebe yên PKK’ê bûn.