Mistefa Meşayix:Têkiliyên ENKES’ê yên bi Tirkyê re nakeve di bin xizmeta yekîtiyê

Cîgerê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratk a Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix diyar kir ku têkiliyên ENKS’ê yên bi dewleta Tirkiyê re dibe sedem pêknehatina yekrêziya mala Kurdî ya li rojavayê Kurdistanê.

Meşayix got, Êdî partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê wê li benda ti aliyekê nemênin.

Ger ENKS helwesta xwe ya ji bo yekrêziyê diyar neke dibe ku bêyî wê partiyên Rojava yekîtiya xwe ragihînin.

Cîgerê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratk a Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix têkildarî xebatên yekîtiya netewî ya kurdî û helwesta ENKS’ê li himberî yekîtiyê ji televziyona me re axivî.

Mistefa Meşayix diyar kir ku ENKS’ê bi têkliyên xwe yên bi Tirkiyê re xizmeta yekîtiya Kurdî nake.

MISTEFA MEŞAYIX:
DIVÊ ENKS’Ê GAVÊN GIDÎ JI BO YEKÎTIYÊ BAVÊ JE

Mistefa Meşayix da zanîn ku ger ENKE’ê ji bo yekîtiyê gavên cidî navêje di be ku ew wek partiyên kurdî li Sûriyê Yekîtiya xwe ava bikin.

MISTEFA MEŞAYIX:
DIVÊ HEMÛ PIŞTGIRIYA BANA MEZLUM EBDÎ BIKIN

Mistefa Meşayix jî daxwaza piştevaniyê ji bo banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî ya ji bo yekîtiya netewî kir.

Back to top button