Yekîneyên taybet ên QSD`ê di encama operasyonekê de 2 çeteyên DAIŞ`ê li Dêra Zor û Hesekê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di çarçoveya operaysonên ji bo rawestandina çalakiyên qaçaxiyê li herêmê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê û tunekirian tevgera şaneyên terorê de, du çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
QSD’ê destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li herêma El-Sawî ya li başûrê kampa Holê ya li Hesekê û gundê El-Hiwêce ya bi ser bajarokê Siwer yê Dêrazorê, du operasyonên cuda li dar xistine.
Li gorî navendê, yek ji çeteyên hatine girtin berpirsê komekê ye ku malbatên DAIŞ`î derbasî herêmên dagirkirî dikir û çek û belgeyên pê re hatin desteserkirin.
Çeteyê duyem jî endamekî şaneyên DAIŞ`ê ye ku beşdarî êriş û bûyerên hedefgirtinê yên li dijî bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, her wiha beşdarî planên kuştinê, propagnadeya DAIŞ`ê û sorkirina şêniyan bûye



