Rûsya li Derya Spî moşeka hîpersonîk “Zîrkon” ceriband

Rûsyayê ji Derya Spî ber bi peraveke Derya Barentsê, moşekek xwe ya hîpersonîk a bi navê Zîrkon ceriband.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin,

“Ji firkateyna Amîral Gorchkov, ji Derya Spî ber bi hedefeke bejahî ya li peravê Derya Barentsê fuzeya Zîrkon a hîpersonîk bi kar anî.”

Hate ragihandin ku mûşek bi rengekî serketî gihîştiye hedefa xwe ya bi 350 kîlometreyî dûr.

Mûşeka Zîrkon yekemcar Cotmeha 2020’an hatibû ceribandin.

Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn gotibû, “Ji bo tevahiya welêt bûyereke mezin e.”

Ji wê demê û vir ve ji Amîral Gochkov herî kêm du caran hate ceribandin.

Mûşeka Zîrkon ku herî zêde digihêje hedefeke ji 1000 kîlometreyî, tê payin ku li keştiyan û keştiyên binê avê bêne bicihkirin.

Back to top button