Operasynên QSD’ê yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin.
Hêzên QSD’ê li navçeya Şedadê 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, ev tişt hate gotin:
“Li gundê El-Selce yê girêdayê navçeya Şedadê 2 çeteyên DIAŞ’ê êrişî nuqteyek hêzên me kirin.
Hêzên me bersiva çeteyên êrişkar dan.
Di encamê de, her du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.”
Li gel çeteyan gelek çek, cebelxane û motorliskêtek hatin desteserkirin.
QSD’ê eşkere kir ku ew ê rê nedin tu kes ewlehî û aramiya herêmê derb bikin.