Ji bo parastina Çand û Hunerê li Şehbayê şevbuhêrkek hat lidaxistin

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Çand û Huner nasnameya gelan e û xweşikbûna wê mûzaîka neteweya demokratîk e” li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê şevbuhêrkek li darxist.

Di şevbuhêrkê de, bi navê endamê Desteya Çand û Hunerê ya Efrîn û Şehbayê Îsmaîl Hîlal axivî û diyar kir ku çand nasnameya gelan e û li ser vê esasê divê gel çanda û hunera xwe biparêzin û got:

“Ji bo tunekirina gelê herêmekê destpêkê çanda gelan qir dikin.

Ji bo çanda me jî neyê qirkirin, divê em bi erka xwe rabin.

Erka me jî parastina çandê me ye.

Di Şevbuhêrkê de Koma Veger staranên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button