Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi beşdariya rûspiyan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.
Meclisê da zanîn ku hêzên wan tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê, têk birin.
Di daxuyaniyê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku bi operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ re dewleta Tirk a dagirker û çetêyên wê êrîşî heremê kir û ev tişt hat gotin:
“Armanca sereke ya zêdekirina êrişan, piştgiriyê bide komên çeteyan û terorîstên li Dêrazorê û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêke.
Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahî rêbazên kirêt, şerê taybet li ser çapemeniyê bi kar anîn da ku vîna gelê me û berxwedana şervanên me têk bibe.
Her wiha di êrişên xwe yên li dijî herêmê de tevahî çekên giran bi kar anîn.
Di encamê de sivîl bûn qurban û zirarên mezin li mal û binesaziya herêmê hat.
Meclisê da zanîn ku tevî êrîşên dijwar û hedefgirtina sivîlan bi destanên lehengiyê bersiva êrîşan hatin dayîn û tevahî êrîş hatin têkbirin.