Di destpêka vê mehê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çetêyên wê li dijî Minbicê zêde bû, bibersivdayîna êrîşan a Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyên dagirker derbe giran xwarin û paşve kişiyan. Derbarê vê yekê de Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwiş bal kişand li ser helwest û fedakariyên gelê heremê ya li dijî êrîşan û got: "Divê hêzên êrîşkar bizanibe ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstokan nas dike û bi hêza xwe re bûye yek." Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sîham El-Hemo diyar kir ku şêniyên heremê armancê dagirkeriya tikiyê dizane ji bo wî li gel hêza xwe ne. https://youtu.be/y7h2cCEkV10