Buhayê Petrolê, piştî lihevkirina Rûsya û Siûdiyê ji sedî 12 bilind bûboko heram

Di civîna îro ya OPEC’ê de, Rûsya û Erebistana Siûdî li ser hilberandina petrolê li hev kir. Li gorî wê jî, wê rojane hilberîna petrolê 10 milyon bermîl were kêmkirin. Piştê vê lihevkirinê, buhayê petrol ji sedî 12 bilind bû. 

Ji ber vîrûsa Coronayê, ku her kes neçarî rûniştina malê kiriye, ev 4 meh in, dixwaz li ser petrolê kêm bûye.

Di destpêka meha Adarê de, Koma OPEC’ê der barê hilberîna petrolê de, li hev nekiribû.

Taybet jî Rûsya û Erebîstana Siûdî.

Lê di civîna îro ya Koma dewletên ku petrolê difiroşin û ya Rûsyayê de, lihevkirinek çêbû.

Ajansa Reutersê li ser zimanê çavkaniyeke Rêxistina welatên ku petrol derdixînin got:

Wezîrê enerjiyê yê Siûdiyê Ebdulezîz Selman Opec agahdar kir ku “welatê wî amade ye asta hilberînê heya piştî 2022an kêm bike”.

Çavkaniyeke komê jî ragihand ku “endamên hevalbendiyê, wê hilberîna xwe bi miqdara 10 bermîlan rojane kêm bikin.

Welatên din ên hilberîner jî, wê rojane 5 milyon bermîl kêm bikin”.

Piştî vê lihevkirinê, buhayên petrola xam ya li Amerîkayê tê derxistin, ji sedî 12 bilind bû.

Petrola Ewropayê ya bi cureya Brent jî, ji sedî 7 bilind bûye û 35,14 dolarî ket bazarê.

Back to top button