Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran û nirxandina rewşa Çandiniyê, desteya çandiniyê forumek li bajarê Hesekê hat li darxistin.
Di Foromê de, bi berferehî nîqaş li ser rewşa çandiniyê, pirsgirêk û awayên çarserkirina pirsgirêkan ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.
Cotkaran jî daxwazên xwe anîn ziman.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê foromek li ser rewşa çandiniyê li darxist.
Forum bi dirûşma bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk li bajarê Hesekê bi rêve çû.
Di Forumê de şandeyek ji rêveberiya xweser, desteya çandiyê, yekîtiya cotkaran û hijmarek ji cotkarên herêmê beşdar bûn.
Şamûn: Tirkiyê bi qotkirina avê dixwaze çandinya herêmê têk bibe
Forum bi axaftina cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîêl Şamûn dest pê kir.
Dagirkeriya tirkiyê îro bi hemû rêbazan şerê herêmê dike.
Dixwaze bi qutkirina ava çemê Feratê, çandiniya herêmê têk bibie.
Cîgirê Desteya Çandinî û Avdaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis jî derbarê foromê de ji mere axivî û got:
Armanca sereke ji lidarxistina vê Foromê ew e ku em çawa bikarimbin rewşa çandiyê û pirsgirêkên ku li pêşiya çotkaran derdikevin çareser bikin.
Cotkarên herêmê: Mazot, semad û tov ji bo me tiştên girîng in
JI aliyê xwe ve jî çotkar û kesayetên ku bejdarî Forumê bibûn nerînên xwe anîn ziman:
Ji bo me wek çotkaran 3 tiştên sereke pêwîstin, ew jî simad, mazot û tovê genim ê paş e.