Hikumeta Alman rêxistina Ensar qedexe kir

Hikumeta Almanyayê rêxistina bi navê Ensar a bi ser Tevgera Ixwan El-Muslimîn e û ji ber piştgiriya çeteyan dike, qedexe kir.

Wezîrê Karên Navxweyî Almanyayê Horst Seehofer bi daxuyaniyek diyar kir ku ev tor li temamî dinyayê terorîzmê fînanse dike, ger mirov dixwaze li dijî terorîzmê têbikoşe divê mirov çavkaniya wan a pereyan zuha bike.

Bi vê qedexekirinê re polîsan li deh herêman pêngav pêk anîn û gelek materyal desteser kirin.

Rêxistina Ensaar di sala 2012’an de li Dusseldorfê hatibû avakirin û di çend salên dawîn de di hedefa saziyên rayedar de bû.

Bi idîaya ku ew alîkariyê didin welatên Sûriye, Yemen, Xeta Xezzayê, Efganistan û Somaliyê bexşan kom dikir.

Bexşên ku ev komele kom dikir bi riya rêxistinên wekî El Nusra, Hamas û El Şebabê xizmeta fînansekirina terorîzmê dihat kirin.

Ev komele li Tirkiyê jî dixebite û di bankên wê de jî hesabê wan hene.

Li gorî agahiyên li ser malpera komeleyê li Reyhanliya Hatayê jî şaxa vê komeleyê heye.

Back to top button