TEMELLÎ: EM SERÎ LI BER DESTHILATÊ NATEWÎNIN

Hevserokê HDP’ê Sazeî Temellî tevlî civîna gel a Rêxitina Bajarê Şirnexê bû û got:

Çi dikin bila bikin, em serî li ber vê desthilatê natewînin.

Her wiha parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bên pûçkirin divê Yekîtiya Netewayî bê avakirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 20’ê Cotmehê dest bi kar û amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevlî civîna gel a Rêxistina Bajarê Şirnexê bû.

Sezaî Temellî bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên 2019’an û got:

Em ê hemû şaredarên xwe bigirin. Hûn nikarin şaredariyên gel bikin qereqol.

Vîna 40 salî ya vî gelî ev der e.

Temellî diyar kir ku divê gel dawiya vê hişmendiya yekparêz a qesrê bînin û wiha anî zimna:

Werin deng bidin vê bangê, li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin.

Em dizanin hilbijartin ne xilasiye, lê hilbijartin ji bo têkoşîna me xaleke girîng e.

TAYÎP TEMEL: YEKÎTIYA NETEWÎ WÊ DAGIRKERAN PÛÇ BIKE

Li aliyekî din Rêveberên HDP’ê ji bo van hilbijartinan qezenc bikin bi partiyên Kurdan re dest bi hevdîtinan kir.

Mijara sereke di hevdîtinan de nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî bû.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier li ser mijarê ji Ajansa Firatê re axivîn.

Temel diyar kir ku di vê serdemê de ji her demê bêhtir girîng e ku yekîtiya neteweyî were sazkirin û got:

Li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên gelê Kurd di hedefa êrîşan de ne.

Êrîşên dijwar li gelê Kurd tên kirin û siyaseta berî 100 salî ya ku Kurdistan parçe kir, didome.

TAŞÇIER: DEM DEMA YEKÎTIYA KURDA YE

Îmam Taşçier jî anî ziman ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan hate parçekirin û wiha anî ziman:

Kurd di nava xwe de jî parçe bûye, Divê Kurd êdî bibin yek.

Dewletên Rojhilata Navîn têkildarî Kurdan xwedî polîtîka ne.

Heta ku yekitî çênebe, wê Kurd her tim bibin hedefa pişaftin û komkujiyan.

Leave a Reply

Back to top button