KCD: Şerê navxweyî wê destkeftiyan têk bibe

KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî

Kongreya Civaka Demokratîk-KCD têkildarî gengeşiya di navbera PDK û PKK’ê de daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD’ê bang li aliyan kir ku rê nedin şerekî navxweyî û birakujiyan dubare nekin.

KCK’ê balkişand li se dîroka şerê navxweyî û got:

Hefizaya me ya dîrokî û civakî cardin tîne bîra me ku, pêkanîna şerekî navxweyî û kûrkirina nakokiyên nav Kurdan dê zirareke mezin bide hemû alî û partî û temamî miletê Kurd.

Şerê navxweyî dê hemû destkeftiyên Kurdan ku bi berdêleke mezin hatine bidestxistin têk bibe”

KCK’ê diyar kir ku çareserî ne di şer de di yekîtiyê de ye divê Kurd bidin yek, hevgirtina Kurdan dê rê li ber polîtîkayên qirêj ên dagirkeran bigire.

KCK’ê bang li hemû sazî û partî û aliyên Kurdan kir ku rê nedin şerekî navxweyî û birakujiyan dubare nekin.

Back to top button