“Divê serkirdeyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bibin yek”

Çalakvanên civaka sivîl bang li serkirdeyên Başûrê Kurdistanê kirin daku di ferqa metirsiya li ser Gelê Kurd de bin û li dijî êrişên dagirkeriya tirk xwedî helwestbin.

Çalakvanê civaka sivîl Têkoşer Hesen da zanîn ku hertim siyasiyên Kurd dibêjin, divê yek bin, lê bi ti awayî hevdengiyek dijî planên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê nayê dîtin û got:

” Pêwîste serkirdeyên li Başûr li beramber pirsa netewa Kurd û metirsiyên welatên cîran, rewşa xwe ber çavan re derbas bikin.

Ji ber ku metirsî ne tenê li ser Kurdên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hene, metirsî li ser statûya Başûrê Kurdistanê jî heye.”

Çalakvan Yunis Hemed jî destnîşankir ku her kes dizane komployek mezin li ser Kurdan tê meşandin û wiha pêde çû:

“Lê ya cihê xemginiyê, serkrideyên Kurd li gorî vê metirsiyê tevnagerin û stratejiyek diyar nakin.

Pêwîste dijî dagirkeran û metirsiyên li ser Gelê Kurd stratejiyek were danîn.

Ji bo vê yekbûn pêwîstiyeke, divê serkirdeyên Kurd hemû bibin yek.”

Back to top button