KCK’ê: PDK, ji ber zextên dewleta Tirk li dijî tevgera azadiyê ketiye nava helwestên neyînî

KCK: Daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK’ê ji bo rewakirina polîtîkaya xwe ya şer e. Eşkere bûye ku propagandaya reşkirinê ya tê kirin, derew e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke bersiv da daxuyaniya Mesûd Barzanî.

KCK’ê ragihand ku ti pirsgirêka wan bi PDK’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nîne û got:

“Berovajî yên ku qadên gêrîla dorpêçkiriye, ji aliyê leşkerî ve xwe ferz dike PDK bi xwe ye.
PDK ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk û zextên dewleta Tirk, li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ketiya nava helwestên neyîni.”

KCK’Ê: Gerîla li Şengalê rûmeta PDK’ê parast û PDK rizgar kir

KCK’ê bersiv da îdîayên Barzanî ku gotibû, ‘dema ku pêşmergeyan li dijî DAIŞ’ê şer dikirin, PKK’ê hin herêm dagir kiriye’ û got:

“Gerîla Şengal ji hêzeke din nestand, lê ji DAIŞ’ê rizgar kir. Bi vî rengî PDK rizgar kir ku nebe berpirsyarê qirkirineke mezin.
Vê destwerdana gerîla beriya her tiştî rûmeta PDK’ê parastiye. Piştî referandûma 2017’an dema ku li Kerkûkê şer qewimî, yên ku heta dawiyê Kerkûk parastin û herî dawî jê derketin gerîla bûn.”

KCK’ê di parastina Mexmur, Kerkûk, Hewlêrê de rola gêrîla bibîrxist û dazanîn ku gerîla bi banga hêzên başûr û erêkirina PDK’ê mudaxaleyê êrîşên DAIŞ’ê kir. Mesûd Barzanî ji ber vê spasiya gerîla kir.

KCK’Ê: Mesûd Barzanî bi daxuyaniyê niyeta xwe ya şer eşkere kir

KCK’ê destnîşan kir ku Mesûd Barzanî bi diyar kirina hin hincetan biryara xwe ya şer eşkere kir û tenê li benda zemîn û firsendê ne û got;

“Lê dewsa ku Mesûd Barzanî bi berpirsiyar tevbigeriya, banga aramiyê bikira; bang li gêrîla kir ku dest ji herêmên ku lê ne û dest ji têkoşîna man û nemana Kurdan a li dij dewleta Tirk berdin kir, ev yek ne rast e.”

KCK’ê dazanîn ku Mesûd Barzanî ji bo têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre û êrîşa xwe ya li ser gêrîla rewa bike rastiyan berovajî dike.

KCK’ê diyar kir ku PDK bi şerekî li dijî PKK’ê dixwazin li ser pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî, siyasî bigirin.

KCK’ê: PDK,êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan rewa dike

KCK’ê balkişande li ser welatparêziya PDK’ê û wiha dewam kir:

“Dema êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengalê, Başûrê Kurdistanê de gelek sivîl şehîd ketin. PDK’ê dewsa ku li dijî van êrîşan derkeve, rexne bike, van êrîşan rewa kiriye. Lê hîn jî PKK’ê bi newelatparêziyê sûcdar dike. Bi ser de hebûna van hêzên dijminatiya Kurdan dikin jî rewa dike.”

KCK’ê diyar kir, PKK’ê ti carî bi hêzên leşkerî yên mêtingeran re hevkarî nekiriye û got:

“Lê PDK gelek caran tevî dewleta Tirk êrîşî qadên gerîlayan kiriye. Ji 20 salan zêdetir e di navbera PDK û PKK’ê de ti şerekî leşkerî çênebûye.
Di salên dawîn de PDK’ê dîsa amadekarî kiriye ku êrîşî qadên gerîlayan bike û dest bi êrîşan kiriye. Ji ber îstîxbaratên dane dewleta Tirk bi sedan gerîla şehîd bûne.”

KCK’ê:Ti armanc û bîryareke me ya ku em li dijî PDK’ê şer bikin nîne

KCK’ê diyar kir ku îdayên PDK û Tirkiyê yek in û got;

“Dewleta tirk îddîa kiribû ku PKK dixwaze Hewlêr û Silêmaniyê desteser bike, PDK jî ji bo êrîşên xwe rewa bike heman îddîayan dike.”

KCK’ê dazanîn ku ti armanc û biryareke wan a li dijî PDK’ê şer bidin destpêkirin nîne û got:

“Lê PDK bi nûçeyên derew weke ku wan hin PKK’yî yên ku amadekariyên êrîşekê dikirin girtin, gêrîla Rêveberê gûmrikê kuştin, gundan vala dikin dixwazin rewatiyê bidin şerê ku dewleta Tirk plan kiriye bidin destpêkirin.”

KCK’ê: Divê gelê Kurd û raya giştî li dijî vê rewşê helwestê nîşan bidin

KCK’ê di dawiyê de diyar kir ku wê xeletiyeke dîrokî be ku, mirov vê aloziyê wekî pirsgirêkeke di navbera PKK û PDK’ê de bibîne û da zanîn wê ev rewş ziyaneke mezin bide Kurdan.

KCK’ê bang li gelê Kurd, raya giştî, hêzên siyasî, jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend û dostên Kurdan kir ku li hemberî vê polîtîkaya şer a PDK’ê ku dixwaze dora gerîlayan bigire, helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button