Piştî hatina S-400, dewleta Tirk ji bernameya F-35 hat bidûrxistin.
Dihat payîn ku di dema bê de Amerîka wê ceza bike.
Lê xuya ye hesabê serokê Koşka Spî û sûkê li hev nehat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê mijara cezakirina Tirkiyê ji rojnamegeran re axivî û got:
Em niha mijara cezakirina Tirkiyê lêkolîn nakin.
Berî vê daxuyaniyê bi çend saetan, gava ji serokê Koşka Spî hat pirsîn eger ew ê cezayan li Tirkiyê bibirin an na, gotibû;
Ev helwesteke pir zehmet e, ji ber gelek sedeman.
Ji lewre em vê mijarê lêkolîn dikin.
Lê ev yek nakokiya Trump tîne zimên.
Weke gaveke destpêkê derheqê Tirkiyê de, berî 2 rojan Pentagonê ew ji bernameya F-35 derxist.
Dewleta Tirk jî, metirsiya xwe ji vê gavê anî zimên.