Girtiyên nexweş ên jin ên li Girtîgeha Sîncan a li Enqereyê nabin nexweşxanê.
Malbatên ku serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan Enqerê kirin bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan.
Girtiyan bi rêya malbatan pirsgirêken xwe vegotin û diyar kirin ku “tevî vîrûsa Coronayê, girtiyên nexweş nabin nexweşxanê û xwestin girtiyên nexweş ên ku rewşa wan lezgîn demildest bibin nexweşxaneyê.”
Tevî rewşa metirsîdar a vîrûsa Coronayê jî, daxwazên girtiyên nexweş ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayên bicihanîn û tim tên redkirin.