Polonya: 350 hezar penaber hatin

Li 5 welatên cîranê Ûkrayna bi hezaran kesî berê xwe daye sînor. Polonya ragihand ku heta niha bêtirî 350 hezar kes derbasî xaka welat bûne. NY jî ragihand ku di nava 5 rojên despêkê ji êrişa Rûsya li dijî Ûkraynayê de, jimara koçberan nîv milyon derbas kiriye. Ji welatiyên rojavayî jî alîkariya ji pêdiviyên jiyanî pêk tên, ji bo Ûkrayan tên komkirin.

Li Kîevê ji nû ve dengê zingilan bilind bû.

Hişyariya êrişa hewayî li bajar hat kirin.

Metirsiya ji êrişên Rûsya, rêya koçberiyê li Ûkrayniyan vekiriye.

Bi rojane jimarek zêde ya koçberên Ûkrayna berê xwe dane sînorê welat.

Polonya: 350 hezar penaber hatin

Yek ji welatên cîranê ûkrayna û herî zêde koçberan berê xwe dayiyê, Polonya ye.

Wezîrê Karên Hundirîn ên Polonyayê da zanîn ku nêzî 350 hezar penaber hatine welatê wan.

Ev der jî Romanya ye.

Li vir bi hezaran koçberên li rojavayê welat, dixwazin bi rêya Romanya ji welat derbikevin.

Li dergehê sînorê Macerîstan û Ûkraynayê jî rewş hemane.

Moldova ya welatê dikeve başûrê Ûkrayna jî pêşwaziyê li koçberên Ûkrayna dike.

NY: 500 hezar kes koçber bûne

Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Berpirsyar û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martîn Grîffîths, diyar kir ku di rojên destpêkê de rêjeya windabûna sivîlan û hilweşandina binesaziyê bi fikar in.

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku hejmara mirovên ku terka Ûkraynayê kirine ji 500 hezarî derbas kiriye.

Li welatiyên Rojava alîkariya bo Kîevê

Hemwextî vê yekê, Holanda, Spanya û Ingilîstan di nav de, ji gelek welatên Rojavayî alîkarî ji bo Kîevê hatin şandin.

Li paytexta Spanya Madrîd, alîkariya ji bo Ûkrayna tê komkirin.

Xelkê Madrîdê jî pêwistiyên jiyanî dixin nava kartonan û ji bo şandina Ûkrayna amade dikin.

Li Londonê jî rewş hemane.

Îsraîl bi rêya balafiran, alîkariya mirovî ya kom kirî ji bo Kîevê dişîne.

Back to top button