15’ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî

Îro 15’ê Gulanê ye ..15’ê Gulanê jî roja zimanê kurdî ye.
Ziman ne tenê parçeyekî goşt e, ziman, hebûn û nasnameya gelan e..
Her çendî tu fêrî hemû zimanên Cîhanê bibe, lê di dawiyê de, pirsa ku were kirin, zimanê te çi ye..
Celadet Bediran bi vê hevokê ji gelê Kurd re dibêje hûn nikarin ji zimanê xwe birevin.

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.

Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin.

Lewma ziman şerta heyînê a pêşîn e.

Beriya 91 salî..

Celadet Bedirxan van gotinên xwe neqişand ser hejmara yekem a Hawarê.

Taybetmendiya vê kovarê ew bû ku cara yekemîn bi tîpên latîn hatibû amadekirin.

Dida diyarkirin ku ew û hevalên xwe Hawarê, bi vê mebestê derdixin pêşberî miletê xwe.

Bi mebesta ziman.. da ku miletê kurd xwe nas bike, heyîna xwe piştrast bike.

Zimanê Kurdî xwediyê 5 zaraveyan e

Zimanê kurdî xwediyê 5 zaraveyan e..

Kurmancî, Zazakî, Soranî, Lorî û Goranî, yek ji şaxên Hind-Ewropî ne.

Ziman di gelek qonaxên zehmet re derbas bûye..

Zimanê Kurdî ji bo rêjîma Baas kabûs bû

Dagirkerên Kurdistanê bi hemû rêbaza hewl dane, vî zimanî ji holê rakin..

Navê te i kurdî qedexe bû , nedibû li dibistê bi zimanê xwe biaxive..

Li dibistanan nehatiye xwendin ..

Ev polîtîkaya hemû dagirkeran bû li Rojava jî kabûsa Rêjîma Baas bû..

Tevî vê jî gelê kurd hebûna xwe parast û li zimanê xwedî derket ..

Ziman ma…

Ev ziman ma ..

Rêber APO dibêje,”Asta pêşketina Ziman asta pêşketina civakê ye”..

Ji sala 2007′ heta 2011’an ziman bi renegekî veşartî dihat dayin.

Bi şoreşa Rojava re şoreşa ziman dest pêkir

Piştî vê salê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat ..

Şoreşa Ziman dest pê kir.

Vê şoreşê dest avêt xewnên bav û kalan..

Piştî xebatên SZK’ê gavên mezintir hatin avêtin.

Ji refê yekê û heta bi yê asta zanîngehê biranş bi zimanê Kurdî heye.

Peymangeh Mamsteyan derdtîne.

Zanîngeh jî, êdî vê xebatê tacîdar dike.

Zimanê Kurdî ji qonaxa nebûnê, êdî her sibe, li ser zimanê zarokên Rojavayê Kurdistanê tê bihîstin.

Celadet Bedirxan ji bo xwedîderketina ziman dibêje.

Kurd-no, eger hûn fêrî zimanê xwe nebin, nebêjin em Kurd in.

Lê îro li Rojavayê Kurdistanê xeyal û bangê Celadet Bedîrxan li ser erdê pêktê.

Back to top button