Çeteyan êrîşî navenda QSD’ê li Reqayê kir

Çeteyên DAIŞ’ê hêza xwe ji gefên Dewleta Tirk a dagirker digire û tevgera xwe zêde dike.
Çeteyan di çaxekê de ku, egeriya êrîşên Dewleta Tirk di rojevê de ye, êrîşî baregeha Hêzên Sûriya Demokratîk a Reqayê kir.

Ev tevgrera zêde ya DAIŞ’ê bi taybetî piştî biryara vekişînê ya Serokê Emerîka Trump, dibe.

Nûçegihanê me ji Reqayê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê doh, êrîşî navenda QSD’ê ya li taxa Basil a Reqayê kir.

Bi bersivdayîna re şervanan, şer derket.

Nûçegihanê me da zanîn ku, Balafirên Koalîsyonê jî, deverên DAIŞ’ê bombebaran kirin.

QSD’ê jî ragihandibû ku, eger êrîşek li ser herêmê çêbibe wê parstina girtîgeh û kampên DAIŞ’ê kêm bibe û hişyrariya zindbûna DAIŞ’ê da.

Leave a Reply

Back to top button