Rêxistina Efûyê ya Navdewletî: Li Îranê heta niha herî kêm 106 kes hatine kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev 5 roj in xwepêşandanan didomin. Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku di xwepêşedanên Îranê de herî kêm 106 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Xwepêşandana gelên Îran û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatiyê di roja 5’emîn de ye.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bal kişandiye ser wê yekê ku li gor raporên li ber destê wan hene dibe hejmara kuştiyan gihîşte be 200 kesê jî lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

Lê wan piştrast kiriye ku heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 106 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Rêxistinê got:

Kiryarên desthilata Îranê rewşeke tirsnak e û dûrî qanûnên navdewletî ye.

Berdevkê Buroya NY’î rewşa Îranê bi “Metirsîdar” bi nav kir û bang li desthilata Îranê kir ku enternetê vegerîne û ji azadî û mafên xwepêşendêran re rêzdar be.

Xwepêşandêrên Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku serokên ayînê ji erk were girtin.

Desthilata Îranê jî gefa bilindkirina asta tedbîrên ewlehî û pêkanîna cezayên darvekirinê li xwepêşandêran dixwe.

Serokê Rûhanî yê Îranê Ayatulah Xameneyî bi gefa darvekirinê hewil dide xwepêşandanan bi dawî bike.

Xameneyî bi rêya rojnameya nêzî deshilatê ya Îranê gef li xwepêşandêran xwar.

Xameneyî got, dibe ku pêşengên van xwepêşandanan werin darvekirin.

Leave a Reply

Back to top button