Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser nexweşxaneya giştî ya Kesra li Dêra Zorê vekir.
Îro Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşxaneya Giştî ya Kesrayê vekir.
Di merasîma vekirina nexweşxaneyê de, gelek sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Li vir hevserokê Meclisa Giştî ya herêmê Yasir Silêman axivî û vekirina nexweşxaneyê pîroz kir û got:
“Ev gav teqez dike ku Rêveberiya Xweser tevî hemû astengiyan gavên mezin tavêje û bi pêşdikeve.
Nexweşxane gelek beşên cur bi cur di nava xwe de dihewîne wekî:
Beşê Alîkariya Destpêkê, Şewat, Zarok, Jin û beşê Dil jî digre nava xwe.
Ev nexweşxane ji nexweşxaneyên herî mezin yên li Dêra Zorê ye.
Kobanê-Bi guherîna demsalê re nexweşî zêde dibin
Her wiha bi guhertina demsalê re nexweşî zêde dibin.
Ji bo wê welatiyên Kobanê serdana nexweşxaneya Miştenûr dikin û li wir tên dermankirin.