Li Pakistanê êrişa bombeyî: 7 kes mirin

Li eyaleta Belucistan a Pakistanê di êrîşa bombeyî ya terorî de, siyasetmedarek jî di nav da 7 kes mirin.

Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, li herêma Keçê ya Belûcistanê bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna wesayîta sivîlan da hat teqandin.

Di êrîşê de 7 kes mirin.

Di nava kesên mirî de, ji Partiya Gel a Belûcîstanê (BAP) Îshaq Yakub jiyana xwe ji dest dan.

Kesî berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe.

Beriya êrişa bi saetên şevê pêk hat de, li herêma Bakurê Wezîrîstanê jî êriş pêk hatibû.

Di êrişê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistanê di 6 mehên despêka 2023’an de êrişên terorî ji sedî 79 zêde bûn e

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Pevçûn û Ewlekariyê ya Pakistanê, di şeş mehên despêka salê de li gorî 2022’an êrîşên terorîstî ji sedî 79 zêde bûne.

Ji despêka meha Çile heta hezîranê 389 kesan jiyana xwe ji dest dan.

2022’an di nava vê demê de 151 êrîşên terorîstî pêk hatin û 293 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îslamabad ji êrişên li welat tevgera Talîban a Pakistanê berpirsyar nîşan dide.

Efxanistan jî vê yekê red dike.

Back to top button