HPG: Li Zap û Avaşînê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîla li başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de li dijî dagirkeran çalakiyên xwe didomînin. HPG’ê ragihand li herêmên Zap û Avaşînê 15 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir dagirkeran 31’ê Gulanê li dijî gerîlayan 17 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi armanca silavkirina salvegera 18. a Pêngava 1’ê Hezîranê çalakiyên xwe didomînin û wiha got,

“Artêşa Tirk a dagirker bi sedan caran hawan û obusan, 50 caran bi balafirên şer û careke din sûcê şer kir 17 caran jî bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê bombebarankirin.

Tevî hemû êrişên dagirkeriyê jî di encama çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.”

HPG’ê derbar’ê çalakiyan de ev agahî parve kir; Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagros de li herêma Avaşînê,

31’ê Gulanê li qada Werxelê gerîla bi çekên giran li hêzên dagirker xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê,

30’ê Gulanê li qada Kurojaro hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û çepereke dagirekran rûxandin.

31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê li qada Karker hêzên me yên YJA Starê li dagirekran dan, di encama çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin.

31’ê Gulanê li qada Karker kontrayên ku bi Erebî û devoka Behdînî diaxivîn bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de li herêma Zapê,

30 û 31’ê Gulanê li qada Girê Şehîd Cûdî li hêzên dagirker hat xistin, û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker li dijî qadên Şehîd Berxwedan û Şehîd Şahîn yên Zapê û qada Werxelê ya Avaşînê 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş pêk anîn.

Her wiha 31’ê Gulanê herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Garê û Xakurkê bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û hawan û obusan hatin bombebarankirin.

Back to top button