Danîmarka ji bo beşdarbûna polîtîkaya YE çû Referandumê

Di referanduma ku li Danîmarkayê ji bo beşdarbûna polîtîkaya parastinê ya hevpar a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku 30 sal in li derve tê hiştin, pêvajoya dengdayînê dest pê kir.
Bêtirî 4 mîlyon hilbijêr wê di referandûmê de dengê xwe bikar bînin.

Serokê Partiya Lîberal a muxalefetê Jakob Ellemann-Jensen ji dengdêrên bêbiryar ên di referandûma beşdarbûna polîtîkaya parastina hevpar a YE re axivî û got,

“Cîhan diguhere, lê ne ber bi başiyê ve.

Divê em refên xwe nêzî hev bikin û hevkariya xwe ji bo xurtkirina ewlehiya xwe zêde bikin. ”

Piştî êrişa Rûsya li ser Ukrayna referandûm wek gaveke nû ji bo welatên Ewropî tê dîtin ku refên xwe bi hevalbendên xwe re teng bikin.

Di formên rapirsiyê de hat diyarkirin ku ji sedî 40 ê hilbijêran piştgirî dane guhertinê, ji sedî 30 li dijî wê, ji sedî 30 jî bêbiryar in.

Hikûmeta Danîmarkayê biryar dabû ku di 1’ê Hezîranê de ji bo tevlî polîtîkaya parastinê ya hevpar a YE’yê bibe, referandûmê pêk bîne.

Danîmarka ku ji sala 1973’an ve endamê YE’yê ye, di sala 1992’an de Peymana Maastrichtê xiste dengdana gel.

Di dengdayînê de di navbera welatên YE û Danîmarkayê de bi biryara “red”ê peymana taybet hat îmzekirin.

Li gorî vê peymanê, Danîmarka mafê şopandina polîtîkayên xwe yên di warê parastin, pere, welatîbûna YE û pergala dadê ya YE’yê de bi dest xist û biryar da ku di mijarên din de jî di bin qanûnên YE’yê de be.

Back to top button