12’ê Hezîranê dê meşek li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê lidarxistin

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji rêber Apo nayê girtin. KCD’ê, HDP’ê, TJA û hin rêxistinên din bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo di 12’ê Hezîranê de meşekê lidarbixin. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî meşê bibin.

Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bi armanca balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber Apo, wê di 12’ê Hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşekî li dar bixin.

Derbarê mijarê de li navenda giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek hevbeş hate dayîn.

Di daxuyaniyê de rayedarên Kongreya Civaka Demokratîk, Partiya Herêman a Demokratîk, Tevgera Jinên Azad, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek kesayetên din amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hate xwendin.

Salîha Aydenîz diyar kir ku dewleta Tirk di nava krîzên mezin de ye û wiha got: “Desrhilatdarî hewl dide bi rêyên cuda van krîzên xwe binixumîne.

Sedema van krîzan jî ew e ne çareserkirina pirsgirêka Kurde.

Çareserî ji bo AKP-MHP’ê tê wateya windakirina desthilatdariyê lê ji bo gelan tê wateya aştî, aramî û azadiyê.”

Salîha da zanîn Rêber Ocalan ku di ferqa temamiya van talûkeyan de ye, di 23 salên li Îmraliyê de mafên civakê parast û hêj diparêze.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji bo meşa ku wê di 12’ê Hezîranê de pêk were bang li hêzên demokratîk û raya giştî kir ku piştgiriyê bidin û tevlî bibin.

Ebrû Gunay: Banga me li her kesî ye ku beşdarî meşê bibin

Piştî daxuyaniya hevpar Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û got: “Ji bo demokrasiya Tirkiyê û aştiya Rojhilata Navîn, weke gava ewil divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Banga me li hemû saziyên navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û li her kesî ye ku beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibin.

Back to top button