Ardern: Mafê vetoyê yê Konseya Ewlekariyê ya NY rakin

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern li pêş lîderên cîhanê banga rakirina mafê vetoyê ya endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY kir.

Jacinda Ardern di Civata Giştî ya 77. a Neteweyên Yekbûyî de axivî û got,

“Divê veto ji holê bê rakirin û endamên daîmî (Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî) ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Ardern anî ziman ku eger NY reforman nepejrîne, xetereya ku NY bibe saziyek “bêpêwendî” û wiha got:

“Ji bo vê rewşê ji dagirkirina Ukraynayê mezintir belkî mînakek tuneye.

Ev yek rasterast bi Peymana NY û rêgezên navneteweyî ve girêdayî ye.”

Her wiha got, divê civaka navneteweyî van nirxan biparêze.

Hêjayî gotinê ye Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngilistan û Fransa endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY ne.

Di rewşa veto ya yek ji van welatan de biryar û pêşniyara li civatê hatî kirin nayê pejirandin.

Back to top button