
TEV-DEMʹê Cejna Newrozê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: “Em ê Newroza îsla bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî û israra bi dawîkirina tecrîdê.”
Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand.
TEV-DEMʹê bang li şêniyan kir ku serdana goristanên şehîdan bikin û findan pêxin.
Berfirehiya peyamê wiha ye:
TEV DEM’ê cejna newrozê li Rêber Apo, gelê Kurdistan û Mezopotamyayê pîroz kir û got:
“Ev cejn bi saya fedakariyên ku gelê me yê berxwedêr li hemberî dîktator û dagirkeran dane, tê pîrozkirin.
Rêber Apo cewherê rasteqîn û dîrokî yê wateyên Newrozê vejandin. Rêber Apo rihê vejînê da nirxên Newrozê û mîrate û çanda îradeya azad a civakê.
Bi vê rihê û bi dirûşma ʹBi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibinʹ, em ê Newroza îsla bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî, israra bi dawîkirina tecrîdê û parstina destkeftiyên dîrokî.”
Tev-Dem’ê bang li tevahî tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku serhildanê li gor wateya wî pîroz bikin.